Antalya (Rûdaw) - Antalyaya ku yek ji navendên herî sereke û girîng ên geştyariyê yên Tirkiyeyê ye, îsal di warê geştyariyê de rekoreke nû tomar kir.
Li gorî amarên Yekîtiya Sektora Geştyariyê, di 10 mehên salê de 16 milyon geştyar hatine serdana Antalyayê.
Tevî ku hewa sar bûye û sezona geştyariyê bi dawî bûye jî, di meha 10 a salê de 2 milyon geştyar hatine Antalyayê.
Bajarê Antalyayê di nav navendên geştyariyê yên cîhanê de xwedî cihekî taybet e.
Bi deryaya xwe ya şîn a paqij, keleh û gelek cihên xwe yên dîrokî, Antalya geştyaran pêşwaziya dike.
Li gorî amarên Yekîtiya Sektora Geştyariyê, heta dawiya meha 10an zêdetirî 16 milyon geştyar hatine serdana Antalyayê û ev hejmar piştî pandemiya Koronayê hejmara herî zêde ye.
Endamê Koma Hezkiriyên Alanyayê Mert Talat got:
"Rûs gelekî ji vir hez dikin, ji Brîtanya, Macaristan û Balkanan mêvanên me tên.
Taybetiya Alanyayê keleha wê ye. Ez gelekî kêfxweş im ku êdî ev der gelekî paqij in.
Berê wisa nebû, ya rastî li erdê gelek gilêş hebû.
Lê gelek bipêşketin çêbûn. Her der hatiye paqijkirin."
“Li Wanê berf bariyaye lê li Antalyayê xelk avjeniyê dike”
Geştyar Hanîfe Erdenerê da zanîn:
"Her çar demsalên Antalyayê jî ji bo geştyaran baş in.
Zivistan û havînê jî geştyar dikarin werin.
Gelek caran em dibihîsin ku li Wanê berf bariyaye lê dema em tên Antalyayê dibînin ku di heman rojê de xelk avjeniyê dike."
Geştyar Darin Grayf got:
"Bi ya min cihekî gelek xweş e.
Cara yekem e ez têm û ez dê careke din werim. Gelekî baş bû."
Geştyar Debbie Grayfê jî anî ziman:
"Dema me xweş derbas dibe. Em li derdorê û li nava Alanyayê geriyan.
Bi ya min jî cihekî gelekî xweş e."
Li gorî amarên heman saziyê, herî zêde ji Rûsya, Almanya, Îran, Polonya û Brîtanyayê geştyaran tên serdana Antalyayê.
Rêjeya zêde ya geştyaran li Antalyayê sektora otêlan zindî dike.
Li Antalya û navçeyên wê 420 jê 5 stêrk, 220 jê 4 stêrk, bi giştî 820 otêlên mezin hene.
Birêvebirê Eftelya Marîn Alanyayê Muhamed Alî Kiliç da zanîn:
"Sala 2025an salek bû ku li gorî hêviyên me bû.
Piştî pandemiya Koronayê, ya rastî me tecrubeyeke nexweş derbas kir.
Lê ez dikarim bibêjim em bûn xwedî tecrube jî. Rewşa me gelekî baş e.
Her çend hîn jî ne bi dilê me be jî, îsal ya rastî saleke baş bû.
Antalya di warê geştyariyê de sal bi sal bi pêş de diçe."
Li gorî amarên Wezareta Geştyariyê ya Tirkiyeyê heta meha 10an bi giştî 65 milyon geştyaran hatine serdana Tirkiyeyê û dahata Tirkiyeyê ya geştyariyê jî nêzîkî 64 milyar dolarî bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse