Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser berdana Selahattîn Demîrtaş axivî

09-11-2025
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Tunç Selahattîn Demîrtaş Dadgeh Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, li ser îhtimala berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş got, "Biryar li ber destê dadgehê ye û em dê hemû li bendê bin."

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li Antalyayê ji rojnamegeran re axivî û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş nirxand.

Yilmaz Tunç da zanîn ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dê ji aliyê Daîreya 22yemîn a Cezayê ya Dadgeha Herêmê ve were nirxandin û got:

"Wekî ku hûn hemû dizanin, Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê, 16ê Gulana 2024an ceza li Demîrtaş û hevalên wî birîbû.

Hinek tohmetbaran ceza stand û hinek jî hatin berdan.

Niha ev dosye li Daîreya 22yemîn a Cezayê ya Dadgeha Herêmê ya Enqereyê (Îstinaf) tê nirxandin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana ji ber ‘binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê’ û ‘binpêkirinên têkildarî girtinê’ biryara binpêkirinê da.

Di van pêvajoyan de em dixwazin ku biryarên daîreyê li Daîreya Mezin a Giştî bên nirxandin.

Berî ku dosye biçe Daîreya Mezin, paneleke 5 kesî heye.

Wê panelê got ku ‘pêwîstî bi gotûbêjkirinê nîne’ û bi vî awayî biryara daîreyê misoger kir.

Biryara daîreyê niha dê ji aliyê Daîreya 22yemîn a Cezayê ya Dadgeha Herêmê ve were nirxandin.

Dadgeha xwecihî ceza li Demîrtaş biriye û dosyeya wî niha li Îstinafê ye.

Nirxandina vê derê niha li pêş dadgehê ye.

Em dê hemû bi hev re bibînin ka dê dadgeh çi biryarê bide."

Yilmaz Tunç her wiha anî ziman ku Demîrtaş û hevalên wî di Doza Kobaniyê de hatine mehkûmkirin û niha dosye di pêvajoya îstinafê de ye.

Tunç amaje pê kir ku di Pakêta 11emîn a Darazê de dê cezayên kesên ku zarokan dixin nav tawanan û wan wekî amûr bi kar tînin bên zêdekirin.

Li gorî vê, cezayê birêvebirekî rêxistinê yê ku zarokekî di tawanekê de bi kar bîne dikare heta 30 salî zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst