Berkay Gezgîn û 102 kes hatin berdan

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Ekrem Îmamoglu Berkay Gezgîn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 102 kesên ku piştî girtina Ekrem Îmamoglû ya ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin, îro hatin berdan.

Ciwanê bi navê Berkay ku dirûşma "Her tişt dê pir xweş bibe" anîbû ziman jî di xwenîşandanan de hatibû desteserkirin.

Berkay Gezgîn Endamê Komîteya Partiya Gel a Komarî (CHP) ye.

Serokê Koma CHPyê  û Parlamentera Mêrsînê Alî Murat Başaririr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

"102 hevalên me yên ciwan ku bi awayekî bêqanûnî hatibûn desteserkirin, di nav de Endamê Komîteya Partiyê Berkay Gezgîn jî heye, hatin berdan.

Ev hê destpêk e! Em ê namzedê me yê serokomariyê Ekrem Îmamoglu, rêhevalên me û ciwanên girtî yek bi yek berdub. Her tişt dê pir xweş bibe!"

Piştî ku Îmamoglû di 19ê Adara 2025an de hatibû desteserkirin, di xwenîşandanên ku pêk hatibûn de gelek kes ku piraniya wan xwendekar bûn hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst