Hewlêr (Rûdaw) - Yekşema bê hilbijartina serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê ye. Ev hilbijartin an dê desthilata Recep Tayyip Erdogan dirêj bike yan jî dê welat bixe ser rêyeke nû.
Ew hevrikê serekî ku hewl dide Erdogan ji desthilatê dûr bixe, Serokê CHPê û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ye.
Mamostayê Zanîngehê, Prof. Dr. Ahmet Kasım Han derbarê wê yekê de dibêje: “Hevpeymaniya opozisyonê pirreng e. Aktorên siberojê yên parlamentoyê di warê helwêsta wan a îdeolojîk û ew nîqaşa ku bi pey de tê, dibe parlamentoya bê bike parlamentoyeke gelekî pirreng, herwiha sîstemê neçar dike zêdetir hevdeng be, ji ber nîgeraniyên cuda û berjewendiyên cuda yên beşên cuda yên civakê, bi neçarî ji aliyê opozisyonê ve nûnertiya wan tê kirin eger biçe ser desthilatê.”
Berbijêrê hevbeş ê hevpeymaniya şeş partiyên opozisyonê ku jê re tê gotin maseya şeş partî, sond xwariye sîstema serokatiyê hilweşîne û welat vegerîne ser sîstema parlamenteriyê.
Vê maseya şeş partî piştgiriya HDPê bidest xistiye ku nêzîkî %10ê dengan kom dike; piraniya dengderên HDPê Kurd in û bi navê Partiya Çepên Kesk beşdarî di hilbijartinê de dike.
Di vê hevrikiyê de du berbijêrên din hene, lê li gor rapirsiyan, dengên wan nagihe ji sedî 10.
Soli Ozel, Mamostayê Zanîngehê dibêje: “Du berbijêrên biçûk hene. Yek ji wan Sînan Ogan e; ew nasyonalîstekî radîkal e. Yê din Muharrem Înce ye, ku di sala 2018an de berbijêrê CHPê bû bo serokkomariya Tirkiyê. Mijar ew e ka gelo hilbijartin di gera yekem de bi dawî dibe yan diçe gera duyem.”
Mafê dengdanê yê zêdeyî 64 milyon kesan heye ku 3 milyon û 200 hezar ji wan li derveyî Tirkiyê ne. Zêdeyî yek milyon û 600 hezar kesan ji wan li derveyî welat an firokexaneyan deng dane.
Ji 600 kursiyên parlamentoyê pêwîstiya opozisyonê herî kêm bi piraniyê heye daku bikaribe beşek ji wan karên soz daye cîbicîh bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse