Parlamenterê berê yê AK Partiyê Orhan Mîroglu çekdanîn û kongreya PKKyê got, "Ez ditirsim di pêşerojê de dikare bibe sedema hêvîşkestinê li Tirkiyeyê bi Kurdê xwe ve. Ev bi vî awayî pêk nayê, lê em dibînin ku PKK şerê çekdarî li dijî Tirkiyeyê radiwestîne. Ev yek zelal e."
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê eşkere kiribû ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.
PKKyê ragihand ku ew dê biryarên kongreyê paşê bi raya giştî re parve bikin.
Piştî lidarxistina kongreyê çav li PKKyê ne ku êdî xwe fesix bike û çekên xwe deyne.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu li ser mijarê pirsên nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk bersivandin.
Rûdaw: Heta niha ti daxuyaniya PKKyê ya bi rengê "Me çek danîn, me xwe fesih kir" tune ye lê li bendê ne ku ev yek bê ragihandin. We çawa pêşwaziya vê dike, gelo bi rastî PKK dê dawî li xwe bîne?
Orhan Mîroglu: Dema ku mirov li dîroka PKKyê dinêre, hemû paradigmayên ku Ocalan piştî darizandina xwe ya li Îmraliyê danîne holê, di rastiyê de paradîgma, fikir û ramanên ku dawî li serdemekê tînin bûn. Ev civîna PKKyê jî ku tê de behsa danîna çekan dike, careke din li ser bingeha bangeke Ocalan e. Niha em herî kêm wê bangê dizanin.
Yanî em nizanin di civînê de çi biryar hatine dayîn, lê ew bang serdemeke nû datîne pêşiya PKKyê. Dibe ku hin kes vê yekê wekî danîna çekan fêm bikin. Ev tiştekî gelekî erênî ye. Em hemû piştgiriyê didin vê. Lê di rastiyê de ev ji bo PKKyê jî serdemeke nû ye. Tiştek winda nabe, tiştekî ku di carekê de were qedandin nîne. Dê bibe tiştekî din û ev guherîna bi tiştekî din re jî nîşanî demokrasiyê û siyaseta sivîl dide.
Bi vî awayî, ez bi rastî ji hevokên ku bi gotinên wek "li vê kêliyê..." dest pê dikin, dûr disekinim. Ji ber ku "di vê kêliyê de ev dê bibe, ew dê bibe..." Wekî "PKK civînek li dar xist, biryara fesixkirinê wergirt û hwd." Ez dixwazim mirov li hafizeya vê binêre. Yanî ez bawer dikim di nav hafizeya 50 salî ya hem PKKyê hem jî dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, nêrîna li bûyeran û şîrovekirina wan bi awayekî tendurist helwesteke rasttir e.
Tê gotin ku li vir projeyeke dewletê heye. Serokkomarî di axaftineke xwe ya berî hefteyek vê yekê wisa îlan kir. Got ev projeyeke dewletê ye û Îbrahîm Kalın bey vê didomîne, û me hemûyan fêm kir ku ev projeya dewletê rasterast hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye. Helbet bangên ku Birêz Devlet Bahçelî kirin, di vê navê de gelekî hêja bûn. Bi vî awayî pêşketin çêbû. Ji ber ku em hemû baş dizanin ku hesasiyeta Tirkiyeyê ya li ser PKKyê, bi awayekî rasterast têkildarî netewparêziya Tirk e û hêmanên netewparêziya Tirk, çi bi awayê erênî çi bi awayê neyînî, dixe tevgerê.
Bi vî awayî, pêvajoya ku bi Birêz Devlet (Bahçelî) dest pê kir û pêşî bi bangkirina parlamenterên DEMê û destdana wan li parlamentoyê û piştre jî bû bangek, di dawiya pêvajoyê de xuya ye ku PKKyê bêyî şert û merc, wekî ku hat gotin û Ocalan jî pêşbînî kiribû, civînek li dar xistiye. Bêguman di vê civînê de nîqaş û gotûbêj çêbûne. Em behsa civînekê dikin ku du rojan ajotiye.
Divê em li bendê bin ku ev biryar bên ragihandin, lê divê Tirkiye jî amade be, yanî PKK bi hemû çanda xwe, paradîgmayên xwe yên siyasî, stratejiyên xwe yên borî ku ji her du aliyan re jî êş û azarên mezin çêkirine, di carekê de winda nabe. Yanî bi vî awayî pêşkêşkirina vê yekê, ez ditirsim di pêşerojê de dikare bibe sedema hêvîşkestinê li Tirkiyeyê bi Kurdê xwe ve. Ev bi vî awayî pêk nayê, lê em dibînin ku PKK şerê çekdarî li dijî Tirkiyeyê radiwestîne. Ev yek zelal e. Jixwe 20 sal in ku em diaxivin ku dema şerê çekdarî êdî xilas bûye. Bi vî awayî, pêkanîna pêşkeftineke bi vî rengî piştî van axaftinan, gelekî erênî û baş e.
Lê divê Tirkiye jî ji bo DEMê û dema ku em têkiliyên siyasî yên di navbera DEM û PKKyê de jî tînin bîra xwe, ji bo PKKya nû jî amade be. Lê divê PKK jî bi firehî û kûrahî nîqaş bike ka dê çawa ev zemîna demokratîk û siyasî ya ku ji wê re tê pêşkêşkirin bi kar bîne.
Rûdaw: Dema ku em ji aliyê zimên ve li mijarê dinêrin û li daxuyaniyên her du aliyan dinêrin, gelo her du alî heman tiştî dibêjin û heman tiştî fêm dikin? Ma her du alî ji pêvajoyê heman tiştî fêm dikin? Ev cudahiyên di ziman de çi pirsgirêkan dikare bi xwe re bîne?
Orhan Mîroglu: Li vir tiştê ku tê fêmkirin, bi baweriya min ev e ku ev rêxistin li Tirkiyeyê dawî li serdema şerê çekdarî tîne. Li vir lihevkirineke mezin heye, lê xuya ye ku aliyê ku ne zelal e, ango daxwaza çanda siyasî ya Tirk a ku dixwaze gava ku behsa PKKyê tê kirin, bi hêsanî neguhere... Ji ber ku îro, çi nêzîkî desthilatê bin an na, gelek şîroveker, gelek nivîskarên gotaran dibêjin, ev dê dîsa wekî rêxistineke terorê bimîne.
Ocalan jî dê dîsa serokê terorîstan be. Lê belê Devlet Bey behsa wî wekî "damezirînerê PKKyê" kir. Yanî ji vî ziman û terza axaftinê em fêm dikin ku di rastiyê de aliyên têkildarî mijarê, ku ne tenê ji kesên ku li ser navê dewletê, hikûmetê yan jî mixalefetê daxuyaniyan didin pêk tên. Ev rewşenbirên ku li derdora van navendên deshilatê ne, nivîskarên stûnan, şîroveker, zanistvan û hwd. Li vir em bi heman zimanî naaxivin. Jixwe belkî zû ye ku meriv li bendê be ku vê yekê bibîne.
"Ji ber ku behsa vê mijarê tê kirin, xwe ne aram hîs dikin"
Li gorî min, piştî ku biryarên ku di vê kongreyê de hatin wergirtin bi taybetî bên ragihandin, ev mijar, yanî fikrên derbarê ka divê her alî çi fêm bike, dê dîsa bên nirxandin û gotûbêjkirin. Ev pirsgirêk dê were çareserkirin. Ji ber ku behsa vê mijarê tê kirin, hin kes ne aramiyê hîs dikin. Divê em ne aramiyê hîs nekin. Ji ber ku ev mijareke sedsala pêşiya me ye.
Û heta ku Tirkiye, Rojhilata Navîn aram bibe, heta ku her kes bibîne bersiva pirsa "Ez dê li vir çawa hebe?", di Rojhilata Navîn a nû de kî dê çawa hebe? Tirk, Kurd, Ereb, çi dibe bila bibe. Heta ku em bersiveke têr ji vê pirsê re nebînin, em dê behsa Kurdan, Tirkan û Ereban jî bikin. Ti kes ne hewce ye ku ne raram bibe, ez dibêjim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse