Zêdekirina heqê dozan di navbera hikûmetê û baroyan de bû sedema aloziyan

10-09-2022
RÛDAW
Nîşan Bekir Bozdag Baro Heqê Dozan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên Baroyên bajarên Enqere û Stenbolê yên Tirkiyê bi daxuyaniyekê derbarê axaftinên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê de nerazîbûn pêşan dan ku digot “ew dê wek partiyeke siyasî ligel baroyan tevbigerin.” Li Tirkiyê mijara zêdekirina heqê beşek ji dozan li dadgehan di navbera baro û hikûmetê de bûye sedema aloziyan.

81 Baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxwaza zêdekirina pereyên dozên Yasaya Dadgerîna Ceza (CMK) roja Duşembê 5ê Îlona 2022ê bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku krîza aborî ya li Tirkiyê bandoreke nerênî li parêzeran jî kiriye û divê hinek guhertin bên kirin. Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) daxwaza zêdekirina pereyên wan dozan kiribû û gotibû eger daxwaza wan neyê bicihanîn ew dê ji 13ê Îlonê û pê ve li dadgehan dest bi çalakiya kêmkirina kar bikin û beşdarî dozan nabin.

Piştî vê daxwaza Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB), Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekîr Bozdag di daxuyaniyeke xwe de dijî baroyan derketibû û gotibû “Mafê kesî nîne ku li Tirkiyê baroyan bike beşek ji siyasetê. Eger baro wek partiyeke siyasî tevbigerin bila ji me jî ne li benda miameleya baroyê bin. Em ê jî wek partiyeke siyasî li wan binêrin.”

Serokên Baroyên Stenbol û Enqerê derbarê van gotinên Wezîrê Dadê yê Tirkiye nerazîbûn pêşan dan. Serokê Baroya Enqerê Eren Turan got: “Pereyê ku bo parêzeran tê dayîn 754 lîre-600 lîre ye. Ne mimkun e em di şert û mercên îro de vê wek heqdest qebûl bikin.”

Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu jî dibêje “Eger hikûmet karê ku em dikin biçûk bibîne, em dixwazin ew bizanin ku dayîna 754 lîre tê çi wateyê. Eger ev siyasetek be jî em vê yekê nekin baro dê çi bikin.”

Şert û mercên aboriya xirab a Tirkiyê di her warî de bandorê li hemû çînên civakê dike û bi taybet zêdebûna di navbera 2-4 qat de ya nirxên kirêya xaniyan û pêdiviyên sereke yên jiyanê di nav salekê de barê li ser mile welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girantir kiriye.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî ku niha yek dolar bi 18.23 lîreyên Tirkî ye, hêza kirîna welatiyan kêm kiriye û enflasyona salane jî li gor amarên hikûmetê ji sedî 80ê derbas kiriye. Welatî li beramber vê jî daxwaza zêdekirin û başkirina mûçeyan dikin daku bikaribin xwe li ber vê krîza aborî bigirin û debara jiyana xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst