Banga 30 baroyan: Biryara ji bo Demîrtaş demildest bi cih bînin

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan Baro Bang Selahattîn Demîrtaş Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 30 baroyan xwest ku biryara binpêkirina mafan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Demîrtaş demildest were bicihanîn û got, "Divê li gorî serweriya hiqûqê were tevgerandin û biryar bêyî dereng bimîne bê bicihanîn."

30 baroyan derbarê biryara binpêkirina mafan a DMMEyê ya ji bo Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyeke hevpar da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku DMMEyê destnîşan kiriye ku girtina Demîrtaş madeyên 5emîn û 18emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê dike û tekez kiriye ku ev girtîbûn bi sedemên siyasî berdewam dike.

Baroyan diyar kir ku piştî ku îtiraza Tirkiyeyê 3yê Çiriya Paşîn ji aliyê Daîreya Mezin a DMMEyê ve hat redkirin, biryar misoger bûye.

“Mafên destûrî tên binpêkirin”

Di daxuyaniya baroyan de hat destnîşankirin ku necihanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê yên derbarê kesên wekî Osman Kavala, Can Atalay û yên di heman rewşê de ne her roj tê wateya binpêkirina mafên destûrî.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Madeya 2yemîn a Destûra Komara Tirkiyeyê diyar dike ku ew dewleteke hiqûqê ye û rêzê li mafên mirovan digire, madeya 36emîn jî bi awayekî eşkere destnîşan dike ku her kes xwedî mafê darizandina adil e.

Tevî vê yekê, necihanîna biryarên DMMEyê ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye her wiha li dijî destûrê û berpirsiyariyên navneteweyî ye jî."

“Divê li gorî serweriya hiqûqê tevbigerin”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gorî madeya 46emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, dewletên endam pebend in ku biryarên DMMEyê ji dema ku misoger dibin ve bi cih bînin û wiha hat gotin:

"Em wekî baroyên îmzekar, daxwaza xwe ya ji bo bicihanîna demildest a biryarên û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê û DMMEyê, pêkanîna tiştên pêwîst ji bo kesên ku heta niha ji bo wan biryara binpêkirina mafan hatiye dayîn û tevgerîna li gorî serweriya hiqûqê, bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin."

Baroyên ku daxuyaniya hevpar daye ev in:

  • Baroya Semsûrê
  • Baroya Agiriyê
  • Baroya Antalyayê
  • Baroya Aydinê
  • Baroya Balikesîrê
  • Baroya Êlihê
  • Baroya Çewlîgê
  • Baroya Bedlîsê
  • Baroya Burdurê
  • Baroya Bursayê
  • Baroya Denîzliyê
  • Baroya Amedê
  • Baroya Dîlokê
  • Baroya Colemêrgê
  • Baroya Îdirê
  • Baroya Stenbolê
  • Baroya Qersê
  • Baroya Kastamonuyê
  • Baroya Manîsayê
  • Baroya Mêrdînê
  • Baroya Muglayê
  • Baroya Mûşê
  • Baroya Sêrtê
  • Baroya Rihayê
  • Baroya Şirnexê
  • Baroya Tekîrdagê
  • Baroya Dêrsimê
  • Baroya Wanê
  • Baroya Yalovayê
  • Baroya Zonguldakê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst