Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji destpêka 2022an ve heta niha 344 jin û zarok hatine kuştin.
Îro 10ê Kanûnê Roja Mafên Mirov a Cîhanî ye, lê Tirkiye îsal jî bi amareke zêde ya binpêkirinên mafan dikeve vê rojê. Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergelîoglu îro li Parlamentoya Tirkiyê civîneke taybet bi vê rojê saz kir û amaje bi wan serlêdanên binpêkirinên mafan ên ku bo wî hatine kirin da.
Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu got “Bi hezaran kes serî li me didin û em serlêdanên wan dinirxînin. Me li gor van serlêdanan grafîkek çêkiriye. Dema em vê grafîkê binirxînin, Tirkiyeyeke ku gelek binpêkirinên giran lê tên kirin nîşan dide. Di saleke dawî de hezar 758 kesan serî li min dane. Bi giştî di nav 3 hezar û 801 serlêdanan de hinek mijarên serekî derdikevin pêş, binêrin grafîka rêza yekem nîşan dide ku binpêkirinên herî giran li girtîgehan hatine kirin.”
Beşek ji sazî û rêxistinên mafên mirov ên parêzgeha Amedê jî civîneke çapemeniyê saz kirin û amarên îşkence û tevgera xirab ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê eşkere kirin.
Serokê Komeleya Mafên Mirov a Amedê Abdullah Zeytun dibêje “Di 11 mehên sala 2022an bi angaşta îşkence û tevgera xirab bi giştî hezar û 130 kesan serî li TÎHVê dane. 700 kes di heman salê de rûbirûyî îşkence û tevgera xirab bûne. Di sala 2022an de tundiya li ser jinan jî zêdetir berdewam kiriye.”
Li gor amarên Weqf û Komeleyên Mafên mirov ên Tirkiyê, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta 8ê Kanûna îsal 15 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê û 3 kes jî bi otomobîlên wan hatine kuştin û 23 kes jî birîndar bûne. 61 girtiyan di girtîgehan de canê xwe ji dest dane ku piraniya wan mirinên bi guman in. Îsal 60 Rojnamevan hatine destserkirin, 30 ji wan hatine girtin û tûndûtîjî li 15 rojnamevanan hatiye kirin. Di 11 mehên destpêkê yên îsal de jî 344 jin û zarok ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Piştî pesendkirina Beyanmeya Mafên Mirov a Cîhanî di 10ê Kanûna sala 1948an de, ji wê dîrokê ve 10ê Kanûnê wek Roja Mafên Mirov a Cîhanî hatiye ragihandin û di vê rojê de çalakiyên taybet bo balkişandina ser rewşa mafên mirov tên kirin. Lê ew çalakî jî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê piraniya caran di bin dorpêç, guvaş, astengkirin û rêgirtina hêzên ewlekariyê de çîdibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse