Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Reş erdhejek çê bû, ku li gor Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) bi pileya 4.4 e û li gor Rasadxaneya Kandîlliyê bi pileya 4.5 bûye. Herwiha Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Deryaspî (EMSC) pileya erdhejê wek 4.8 ragihand.
AFADê ragihand, “Li Deryaya Reş di nav sînorên navçeya Eregli ya parêzgeha Zonguldakê demjimêr 20:38ê bi pileya 4.4 erdhej çê bû.”
Li aliyê din Rasadxaneya Kandîlliyê jî ragihand, ku erdheja li Deryaya Reş bi pileya 4.5 bûye.
Herwiha Parêzgarê Stenbolê li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê derbarê erdhejê de peyamek belav kir û got: “Li gor zanyariyên AFADê di erdheja bi pileya 4.4 a navenda wê Deryaya Reş, Eregli Zonguldakê çê bûye, li Stenbolê jî hest pê hat kirin. Li navenda bajar û navçeyên me rewşeke nerênî nîne. Bila Xwedê welat û milletê me ji her karesatê biparêze.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse