Hewlêr (Rûdaw) - Piştî girtina Şaredarê Gazîosmanpaşayê yê CHPyî Hakan Bahçetepe, di dengdana ku hat kirin de Namzedê AK Partiyê Eray Karadenîz wekî serokwekîlê Şaredariya Gazîosmanpaşayê hat hilbijartin.
Serokê Şaredariya Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bi tohmeta “gendeliyê” hatibû girtin û 5ê Hezîrana 2025an ji kar hatibû dûrxistin.
Îro li Meclisa Şaredariyê hilbijartin hat kirin û namzedan di gera duyem de jî piraniya dengan bi dest nexistin.
Namzedê AK Partiyê Eray Karadenîz di gera sêyem de bi 21 bû serokwekîl.
Her wiha namzedê CHPyê jî 16 deng standin.
Li şaredariyên Avcilar û Buyukçekmeceyê jî hilbijartin hatin kirin
Li aliyê din, li şaredariyên Avcilar û Buyukçekmeceyê jî hilbijartin hatin kirin û namzedên CHPyê wekî serokwekîlê şaredariyan hatin hilbijartin.
Serokên şaredariyên wan her du navçeyan jî di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bi tohmeta “gendeliyê” hatine girtin û 5ê Hezîrana 2025an ji kar hatibûn dûrxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse