Tirkiye ji biryara Ewropayê ya Kavala nerazî ye

11-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya dawî ya ji bo doza Osman Kavala îro eşker kir û ragihand ku  Tirkiyeyê xala 46/1 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî li hemberî vê biryarê nerazîbûn nîşan da.

Li gor xala 46emîn ya Peymana Mafên Mirov a Ewropayê aliyên dozê divê biryara dadgeha bilind cîbicî bike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye û diyar kir ku Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên derbarê biryarên DMMEyê pêk neanîne û xala 46/1 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç derbarê biryara îro Duşemê 11ê Tîrmeha 2022an de daxuyaniyek belav kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyê de dibêje: “Mixabin Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bi biryara xwe ya ku îro eşkere kiriye hêviyên me pûç kirin û bûye sedem ku careke din rûmeta sîstema mafên mirov a Ewropayê bê lêpirsîn. Em çaverê dikin ku Komîteya Wezîran dest ji vê helwesta xwe ya alîgir berde bê ku rê li rojevên cûda veke bi awayekî dadwer tevbigere.”

Osman Kavala di 18 Cotmeha 2017 de hat desteserkirin û di 1ê Mijdara 2017 de bi fermî bi “hewldan jibo ji holê rakirina Destûrê”, “hewldan bo têkbirina hikûmetê” û herwiha “piştevaniya darayî bo xwepêşandanên Parka Geziyê” hat tometbarkirin.

Ji bo Osman Kavala, 25ê Nîsana 2022ê bi hinceta ku “ji nav birina pergela Destûra Bingehîn” cezayê girtînê yê heta hetayê hat dayîn. Herwiha ji bo kesên din ê ji doza Geziyê tê darizandin 18 sal ceza hat dayîn.

Kavala di 2 Cotmeha 1957 de li Parîsê ji dayik bûye û li xwandingeha Robert a li Stenbolê xwandina xwe ya lîseyê qedandiye, piştre çûye Manchesterê û di Beşa Aborî ya Zanîngeha Manchesterê de xwandina zanîngehê qedandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst