Ekrem Îmamoglu: Ez hewl didim fêrî Kurdî bibim

11-08-2025
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Fatîh Altayli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi rêya parêzerên xwe hevpeyvînek da rojnameger Fatîh Altayliyê ku ew jî wekî wî li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye.

Ekrem Îmamoglu di hevpeyvînê de diyar kir ku ew hewl dide fêrî Kurdî bibe.

Hat ragihandin ku Altayli pirsên xwe bi rêya parêzeran ji Îmamoglu re şandine û bersiv jî bi heman rêyê hatine standin.

Îmamoglu di hevpeyvînê de, diyaloga xwe ya bi jineke Kurd re li bazareke Stenbolê bi bîr aniye û daye zanîn ku ew ji ber nezanîna Kurdî xemgîn bûye û biryar daye ku fêrî Kurdî bibe.

Îmamoglu wiha behsa wê kêliyê kir:

“Rojekê di serdana bazareke Stenbolê de, min bi çavên şil guh da gotinên dayîkeke ku bi çavên xwe yên tijî hest û xweşik, hestên xwe yên hezkirinê bi Kurdî anî ziman lê min jê fêm nekir.

Min got, çima Tirkî nizane? Çima dayîka me fêrî Tirkî nebûye?

Çima ev derfet ji dayîka me re nehatiye dayîn?.

Lê paşê ez fikirîm û min ji xwe re got, tu çima nefikirî ku tu hinekî fêrî Kurdî bibî û bi çend hevokan bi vê dayîka ku hûn heman welatî parve dikin re biaxivî û bê guman min xwe xist ber pirsan.”

Pirsên Fatîh Altayli û bersivên Îmamoglu bi kurtasî wiha ne:

Fatîh Altayli: CHP bi hinek mercan beşdarî komîsyona li Parlamentoyê bû. Aliyê desthilatê vê yekê rexne dike, di nava mixalefetê de jî kesên ku beşdarbûna komîsyonê şaş dibînin hene. Nêrînên we li ser vê mijarê çi ne?

Ekrem Îmamoglu: Pêvajoya ku bi armanca bêdengkirina çekan û bidawîanîna teror û şerê li Tirkiyeyê dimeşe, ji bo welat û miletê me girîng e.

Em dixwazin ev pêvajo bibe wesîleya demokrasî, edalet û aştiya civakî û em ji bo vê dixebitin.

Bê guman, em hem wekî partiya yekem a Tirkiyeyê û hem jî wekî mixalefeta sereke, ji bo daxwazên miletê xwe siyasetê dikin û ji ber vê yekê em esasên xwe yên derbarê pêvajoyê tînin ziman.

Yekîtiya me û yekparçeyiya me ya neveqetandî esas e.

Di bin sîwana ala me ya bi stêrk û heyvê de, wekî zarokên welatê Komara Tirkiyeyê, hevpariya wekhev a 86 milyonan esas e.

Bê guman, divê em ji şaşiyên xwe dersan wergirin û bixebitin ku li şûna êşên mezin ên ku me kişandine, aramî, aştî û yekîtiyeke mayînde hebe.

Hebûna Komara Tirkiyeyê ya ku li ser zemîneke demokratîk, welatiya wekhev û hiqûqa ku ji bo her kesî bi awayekî wekhev tê bicihanîn ava bibe, esas e.

Misoger e ku ev esas dê me bi lezeke mezin ber bi paşerojê ve bibin.

Belê, mercên me hene. Ev merc demokratîkbûn, pêkanîna edaletê û avakirina aştiya civakî ne.

Misogerbûna daxwazên welatiyên me di asta herî bilind de merc e.

Em fikarên miletê xwe yên derbarê vê pêvajoyê dibînin. Bila dilê her kesî rehet be. CHP sîgortaya demokrasî, edalet, aştî û di dawiyê de jî ya komarê ye.

“Birînên ku carinan ez hest dikim hîn xwîn jê diçe hene”

Fatîh Altayli: Di nava civakê de li hemberî vê pêvajoyê hestyarî hene. Nêrînên we yên derbarê pêvajoyê çi ne? Pêwîst e ev pêvajo çawa bi rê ve biçe?

Ekrem Îmamoglu: Ez şaredarê wî bajarî me ku herî zêde nifûsa Kurdan lê dijî.

Em 6 sal in bi xwişk û birayên xwe yên Kurd, bi ap û metên xwe, bi dayîkên Kurd re Stenbolê bi rê ve dibin.

Em bi wan re li sûkê, li bazarê, di merasîman de, li şantiyeyan, li kreşan, li her derê bi hev re bûn.

Ji dîrokê fikar û xeyal hene. Birînên ku carinan ez hest dikim hîn xwîn jê diçe hene. Ez van dibînim û dijîm.

Me dît û em jiyan ku zimanê wan ê xweşik û xezîneya çandî ya ku Kurdî hilberandiye, mixabin hat înkarkirin û bi çavê kêm hat dîtin.

Êdî divê em serdemeke nû bidin destpêkirin. Ev dê me zêdetir nêzîkî hev bike, bike yek û bihêz bike.

Rojekê di serdana bazareke Stenbolê de, min bi çavên şil guh da gotinên dayîkeke ku bi çavên xwe yên tijî hest û xweşik, hestên xwe yên hezkirinê bi Kurdî anî ziman lê min jê fêm nekir.

Min got, çima Tirkî nizane? Çima dayîka me fêrî Tirkî nebûye?

Çima ev derfet ji dayîka me re nehatiye dayîn?.

Lê paşê ez fikirîm û min ji xwe re got, tu çima nefikirî ku tu hinekî fêrî Kurdî bibî û bi çend hevokan bi vê dayîka ku hûn heman welatî parve dikin re biaxivî û bê guman min xwe xist ber pirsan.

Min got divê ez hinekî be jî zimanê cîran û welatiyên xwe yên ku em heman bajarî parve dikin bizanibim û ez hewl didim fêrî Kurdî bibim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst