Seroka Giştî ya Desteya Jinan a CHPê Aylîn Nazliaka derbarê rapora ku dê sibe 12ê Îlona 2022ê li Encûmena Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe pêşkêş bike zanyarî dan.
Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Giştî ya Desteya Jinan a Partiya Gel a Komarî (CHP) Aylîn Nazliaka îdia dike ku eger partiya wan bû desthilat dê di nav 5 salan de li Tirkiyê bo 4 milyon jin derfetên kar peyda bikin.
Seroka Giştî ya Desteya Jinan a CHPê Aylîn Nazliaka derbarê rapora ku dê sibe 12ê Îlona 2022ê li Encûmena Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe pêşkêş bike zanyarî dan. Di wê rapora Seroka Giştî ya Desteya Jinan a CHPê de li ser xebatên partiya wan ên peydakirina derfetên kar bo jinan zanyarî cih digirin.
Aylîn Nazliaka amaje bi wê yekê da ku ew bi vê xebata xwe hewl didin nexşerêyekê bo dabînkirina zêdetir a derfetên kar bo jinan diyar bikin û got: “Em dê di nav 5 salên desthilata partiya xwe de 6 milyon derfetên kar bo welatiyan dabîn bikin û ji her 3 derfetên kar ên nû 2 ji wan bo jinan in. Wate 4 milyon derfetên kar dê bo jinan bên dabînkirin.”
Nazliaka dibêje, li Tirkiye yek ji sedemên sereke yên bêkariya di nav jinan de cudakiriyên regezî ne û divê li saziyên hikûmî kotaya herî kêm ji sedî 35 û li saziyên taybet jî ji sedî 35 heta ji 50ê ya karkirina jinan bê cîbîckirin.
Gotinên Nazliaka di demekê de ne ku li gor amarên Saziya Kar a Tirkiyê (IS-KUR) di Tebaxa 2022ê de li gor heman dema sala borî hejmara kesên bêkar ên hatine tomarkirin bi rêjeya %4.7 zêde bûye û gihiştiye 3 milyon û 343 hezar kesan.
Li gor amarên Serokayetiya Budçeya Tirkiye jî bi giştî rêjeya bêkariya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 10,3 ye. Li gor Saziya Amaran a Tirkiye jî ew rêje di nav jinan de ji sedî 13,6 e û ji her 10 jinan 3 jin ji derveyî tomaran wate bê sîgorta kar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse