Enqere (Rûdaw) - Balyozxaneya Îraqê ya li Enqereyê sîstema dayîna vîzeyan nû kir.
Hikûmeta Îraqê êdî dê vîzeyê bi awayekî elektronîk bide welatiyên Tirkiyeyê.
Sîstema nû li Balyozxaneya Îraqê ya li Enqereyê bi merasîmekê hat nasandin.
Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ji bo hêsankirinê êdî dê tenê serlêdanên elektronîk qebûl bike.
Hikûmeta Îraqê biryar da ku êdî hemû sîstema vîzeyan a ji bo welatiyên Tirkiyeyê bi awayekî online were kirin.
Wate êdî welatiyên Tirkiyeyê dê karibin li ser înternetê bi awayekî elektronîk daxwaza vîzeyê ji Îraqê bikin.
"Me rêveberiya burokratîk li pey xwe hişt"
Birêvebirê Giştî yê Îdareya Niştecîbûnê ya Îraqê General Ferîq Neşed got:
“Ev kar bi hêsanî bi dest neket lê bi awayekî hêsan tê pêşkêşkirin.
Îro me dem veqetand û me rêveberiya burokratîk li pey xwe hişt û me bi rêveberiyeke elektronîk a hêsankirî guhert.”
Karê sîstema vîzeya elektronîk bi serpereştiya Wezareta Karên Navxwe û bi hevahengiya Balyozxaneya Îraqê ya li Enqereyê tê birêvebirin.
Îraq bi vê sîstemê dixwaze pêvajoya dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Tirkiyeyê asantir bike.
"Sîstemeke hêsan û bilez e"
Balyozê Îraqê yê Tirkiyeyê Macîd El Lecmawî jî li ser sîstema nû wiha axivî:
“Ez di wê baweriyê de me ku ev sîstema nû ya elektronîk dê pêwendiyên di navbera gelên Îraq û Tirkiyeyê de bihêztir bike, dê piştgiriyê bide karsazên Tirk û karê wan ê li Îraqê hêsantir bike.
Her wiha ji ber vê rêkara nû, dê dan û standina aborî ya di navbera her du welatan de zêdetir bibe. Ew sîstemeke hêsan, bilez û bi temamî otomatîk e.”
Di 24 demjimêran de vîze
Yekem welatiyê Tirkiyeyê yê ku vîzeya elektronîk wergirtiye Kenan Aksoy ji Rûdawê re behsa pêvajoyê kir.
Aksoy diyar kir ku berê bi hefteyan yan mehan li benda vîzeyê dima lê niha piştî barkirina belgeyan a li ser înternetê wî di nava 24 demjimêran de vîze wergirtiye û got:
“Sîstema nû beriya her tiştî hem lezgîn e û hem jî ewletir e.
Karên me yên ku berê di nava hefteyekê yan 10 rojan de dihatin kirin niha di nava çend demjimêran de çareser dibin.”
Li gorî sîstema nû, welatiyên Tirkiyeyê dê hemû belgeyên xwe li sîstema balyozxaneyê bi awayekî elektronîk bar bikin û dema diçin balyozxaneyê dê tenê pasaporta xwe bibin û vîzeya xwe wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse