Karvedanên li ser xwekuştina Enes Kara berdewam in

12-01-2022
RÛDAW
Enes Kara
Enes Kara
Nîşan Enes Kara Xwekuştin Xarpêt Zanîngeha Firatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên li ser xwekuştina ciwanê bi navê Enes Kara ku li Zanîngeha Firatê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarê beşa pizîşkî bû berdewam in.

Enes Kara li beşê navxwe yê cemaeta bi navê Nur bi zora malbata xwe dima. Li gor ku kara dibêje wî êdî nikariye xwe li ber zext û givaşên wê cimatê bigire û bi vê sedemê di temenê xwe yê 20 salî de  dawî li jiyana xwe aniye.

Xwendekar Enes Kara dibêje “Di nav rewşa heyî de, min hêvî û daxwaza jiyanê ji dest da û ez nikarim vê rewşê ji malbata xwe re bibêjim, ditirsim, ez nizanim dê çi bikin. Ji ber ku potansiyela kirina her tiştî heye."

Li gor zanyariyan Enes Kara piştî ku vê peyama xwe li ser medya civakî belav dike xwe ji qata 7emîn ya beşê navxwe cemaetê  diavêje û dawî li jiyana xwe tîne.

Xwekuştina wî ciwanî û belavbûna dîmenên wî li ser medya civakî li seranserî Tirkiyê deng veda û beşek ji siyasetmedar, hunermend nûnerên saziyên civaka sivîl nerazûbûn nîşan dan.

Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê Erkan Baş got "Berpirsên vê kuştinê, ew kes in ku bo zarokên xwe otomobîlên giranbiha, keştî û firokeyan dikirin û bi trilyonan pereyan qezenc dikin. Ew kes in ku rêya mehkûmkirina zarokên vî gelî bo terîqet û şêxên wan vedikin. Em bi awayek eşkere dibêjin we zarokên vî gelî kirin dîlên beşên navxwe ên terîqetan. Em dê hesabê ji wan bipirsin ku ev zarok kirine dîlên terîqetan."

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan li ser hesabê xwe yê medya civakî dîmenê Enes Kara belav kir û ragihand "Heta ku ciwanên vî welatî bi  eqlê xwe û baweriya xwe tevnegerin û serxwebûna xwe ya aborî û hizrî pêkneynin ti kes ji me li vî welatî azad nabe. Ez gelek xemgînim. Serê me sax be."

Hunermendê navdar yê Tirk Tarkan jî li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û diyar kir “Mixabin li welatê me bi hezaran ciwanên bêçare yên wek Enes Kara hene ku di jêr  tirs û guvaşê de dijîn û hêvî û hezkirina xwe ya jiyanê ji dest dane.”

Ev ne yekem bûyere ku li beşên navxwe yên beşek ji cemaetên olî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çêdibe. Piraniya caran navê çend terîqet û cimaetên olî bi destdirêjî û tevgera xirab a li dijî xwendekaran dibe rojev. Di 9ê Kanûna 2021ê  de li bajarê  Antalyayê jî serê xwendekarekê ji aliyê karmendekê beşê navxwe yê cimaetekê ve hatibû jêkirin. Herwiha li beşê navxwe yê kurseke  Quranê ya li parêzgeha Erzeromê jî li dijî 7 zarokên di temenên 7-11 salî de destdirêjiya seksî hatibû kirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst