Amerîka: Biryara xwefesixkirina PKKyê veguhertineke dîrokî ye

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Baltozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê Şerê PKK û Tirkiyeyê Kongreya PKKyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê derbarê biryara fesix û çekdanînê ya PKKyê de daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneya Amerîkayê got, "Biryara xwefesixkirinê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di cîhana medenî de paşeroja terorê nîne."

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Çekdanîna komên terorî her tim ji bo şaristaniyê serkeftinek e. Biryara xwefesixkirinê ya PKKyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye."

"Em li kêleka Tirkiyeya hevpeymana xwe ya NATOyê ne"

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rubio bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Tirkiyeyê Hakan Fîdan re axivî û piştgiriya xwe dubare kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di rêya aştiyeke mayînde û ewlehiyê de li kêleka Tirkiyeya hevpeymanê me yê NATOyê ye. Di cîhana medenî de paşeroja terorê nîne."

Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, îro Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêk hatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin