Baroya Stenbolê ji ber helwesta xwe ya li ser kuştina rojnamegerên Kurd tê darizandin / Wêne: Omer Sonmez-Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Stenbolê ku li cîhanê baroya herî mezin a parêzeran e, ji ber helwesta xwe ya derbarê kuştina rojnamegerên Kurd tê darizandin.
Duyemîn rûniştina doza ku bi daxwaza dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û 10 endamên desteya rêveberiyê hatibû vekirin, li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê hat kirin.
Baroya Stenbolê 21ê Kanûna Pêşîn a 2024an li ser kuştina rojnamegerên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku li Rojavayê Kurdistanê di êrişeke asmanî de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin, daxuyaniyeke bi navê “Pêwîst e Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî Bê Bicihanîn” belav kiribû.
Baroya Stenbolê her wiha kuştina rojnamegeran wekî "sûcê şer" pênase kiribû.
Di îdianameyê de ev daxuyanî wekî hincet tê nîşandan û serok û 10 endamên baroyê bi "propagandaya terorê û belavkirina agahiyên ne rast" tên tohmetbarkirin û ji bo wan ji 3 heta 12 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Duyemîn rûniştina dozê di navbera 9 û 10ê Îlonê de li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hat kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, sazî û rêxistinên hiqûqî yên ji welatên Ewropayê, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), hinek serokên baroyên bajaran û şandeyên ji CHP û DEM Partiyê jî doz şopand.
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu piştî ku rûniştina dozê bi dawî bû, li gel endamên Lijneya Birêvebiriyê li pêşiya salona dadgehê daxuyanî da.
“Ev doz bêbingeh e, lazim e biryara beraetê bê dayîn”
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu li ser mijarê wiha axivî:
“Ev du roj in du daxwazên me yên sereke mohra xwe li dozê xist. Ya ewil, li kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê doz nayê dîtin.
Ya duyemîn jî ev doz bêbingeh e, lazim e biryara beraetê bê dayîn.
Di vê doza ku ev 9 meh in berdewam dike de, em careke din dibînin ku hiqûq çawa weke amûrekê tê bikaranîn û dibe siyasî.”
“Helwesta baroya me li xweşiya hinek derdoran naçe”
Endamê Lijneya Birêveberiyê ya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr ji Rûdawê re da zanîn ku hinek aliyên ku ji helwesta birêvebiriya baroyê ne razî ne dixwazin Baroya Stenbolê bê bandor bikin û got:
“Helbet birêvebiriya baroya me di serî de pirsgirêka Kurdan, dê bi hemû pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê re eleqedar bibe û parastina çareseriya wan pirsan bike.
Lê bê guman ev helwesta baroya me li xweşiya hinek derdoran naçe.
Ji loma jî dixwazin ku Baroya Stenbolê bînin wê astê ku nikaribe kar bike lê ew ê bi ser nekevin.”
Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Stenbolê 21ê Adarê nirêvebiriya baroyê ji kar dûr xistibû.
Divê were gotin ku di nav birêvebiriya Baroya Stenbolê de hinek parêzerên Kurd jî cih digirin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di nav koma parastinê ya baroyê de cih digire.
“Ev doz dozeke siyasî ye”
Hevserokê OHDyê û parêzerê Baroya Stenbolê Serhat Çakmak wiha ji Rûdawê re axivî:
“Ev doz dozeke siyasî ye. Armanc jî ev e, ev 20 sal in hişmendiyek hebû ku baroyê dişopand lê ew zîhniyet hatibû guhertin û birêvebiriya heyî hat ser kar ku ji aliyên cuda yên demokrat pêk tê.
Ger baro ev daxuyanî nedaya jî dê bi hinceteke din doz li baroyê bihata vekirin.”
Di rûniştina dozê de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin û rûniştina din a dozê heta 5ê Kanûna Paşîn a 2026an hat bipaşxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse