Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku yek ji kesên ewil ên ku Abdullah Ocalan name ji wan re şandiye, Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş e.
Hatîmogullari beşdarî Konferansa Aştiyê ya Tirkiyeyê ya li Berlînê bû.
Gelek akademîsyen, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî konferansê bûn.
Hatîmogullari li ser pêvajoyê axivî û got, "Li gorî me, divê êdî berê xwe bidin sererastkirinên yasayî û hiqûqî.
Mebesta me ji van sererastkirinan, yasayên azadiyê û yasayên demokratîkbûnê ne."
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, wê di axaftina xwe de diyar kiriye ku divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên Kobaniyê û girtiyên siyasî demildest bên berdan.
Di medyaya Tirkiyeyê de hinek kesan angaştên bi rengê “Ocalan naxwaze Demîrtaş were berdan” derxistibûn holê.
“Ez vê yekê jî bi we re parve bikim”
Tulayê diyar kir ku ew hewl didin têgihiştineke çewt ava bikin û biland:
"Li hemberî vê yekê em bi piştevaniyeke xurt li kêleka hev bisekinin.
Ez vê yekê jî bi we re parve bikim. Yek ji kesên ewil ên ku Birêz Ocalan name ji wan re şandiye, Birêz Demîrtaş e û yek jî Fîgen Yuksekdag e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse