Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) Fatîh Şahîn bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji erkê wî hat dûrxistin.
Îro 12ê Mijdara 2022ê bi biryara Serokkomariya Tirkiyê ku di Rojnameya Fermî ya wî welatî de belav bûye Cigirê Serokê Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) Fatîh Şahîn ji erkê wî hat dûrxstin.
Amarên ku ew sazî belav dike gelek caran di nav xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û partiyên opozîsyonê de dibin sedema nerazîbûnan. Bi taybet amarên wê yên derbarê rêjeya enflasyonê de. Saziya Amaran a Tirkiyê di Cotmeha îsal de rêjeya enflasyonê wek ji sedî 85 ragihandibû, lê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) ku saziyeke serbixwe ye ew rêje wek ji sedî 185.34 ragihandibû.
Partiyên Opozîsyonê yên Tirkiyê Saziya Amaran a Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar dikin ku amarên rast eşkere nake û amarên xwe li gor daxwaza hikûmetê belav dike. Ev di demekê de ye di 3 salên dawî de 5 serokên vê saziyê hatine guhertin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse