Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel bi Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer re civiya ku duh hatibû berdan.
Serokê CHPyê Ozel beriya mîtînga ku dê li Sultanbeyliyê were lidarxistin, bi Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de keça Ahmet Ozer, Seraf Ozer û Serokê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk jî amade bûn.
Şaredarê Esenyurtê yê CHPê Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn a 2024an di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajaran” de ya CHP û DEM Partiyê hatibû girtin.
Ozer di Tîrmeha 2025an de di lêpirsîna “Lihevkirina Bajaran” de hatbû berdan, lê vê carê ji ber “Rêxistina Tawanê ya Aziz Îhsan Aktaş” bi hinceta “gendelî” û “sextekariyê” hatibû girtin.
1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê doh biryara berdana Ahmet Ozer da.
#WÊNE - Ozgur Ozel û Ahmet Ozer civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 12, 2025
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel bi Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer re civiya
Ahmet Ozer doh piştî salek û 10 mehan ji girtîgehê hatibû berdan pic.twitter.com/x4leKVezFc
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse