Encu: Em dê siyaseta Kurdewarî ya HDPê li Stenbolê bicih bikin

12-12-2021
RÛDAW
Ferhat Encu ji Rûdawê re axivî
Ferhat Encu ji Rûdawê re axivî
Nîşan Ferhat Encu HDP Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 12ê Kanûna 2021ê li bajêrê Stenbolê yê Tirkiyê 4emîn kongreya xwe ya asayî saz dike û berbijêrê hevserokatiya HDPê ya Stenbolê Ferhat Encu jî dibêje, “Em dê siyaseta Kurdewarî ya HDPê li Stenbolê bicih bikin.” Encu tekezî li ser yekgirtina aliyên Kurdî jî kir û got, hewl û xebatên wan ji bo pêkanîna yekîtiya netewî dê berdewam bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro kongreya xwe demjimêr 11.00ê li Navenda Çalakiyan a Yahya Kemal Beyatli ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê saz dike.

HDPê bang li xelkê kir

HDPê li ser hesabê xwe yê medya civakî banga beşdariyê di kongreyê de kir û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku hêza xwe û îradeya xwe nîşan bidin.”

Di kongreyê de dê rêveberiya rêxistina HDPê ya Stenbolê bê diyarkirin û li gor zanyariyan berbijêrên hevserokatiya rêvebir a navendî ya Stenbolê Ferhat Encu û  Îlknur Bîrol in.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Mithat Sancar jî beşdarî kongreyê bibe.

`Ev kongre dê bibe bersivek`

Ferhat Encu ku berbijêrê hevserokatiya HDPê ye li Stenbolê ji peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez re axivî û amaje bi wê kir ku ew niha di “qonaxeke dijwar” re derbas dibin û got, “li hember siyaseta AKP-MHP ya li dijî ziman, çand û gelê Kurd û HDPê, îro bersiveke mezin dê bê dayîn.”

Encu amaje bi rewşa Tirkiyê jî kir û got, “em di nav hejarî û birçîtiyeke mezin re derbas dibin” û diyar dike ku ev rewş jî encama siyaseta desthilatê ye û tekez kir, “ev kongre dê bibe bersiv bo vê rewşê.”

Li ser girîngiya vê kongreya HDPê ya Stenbolê jî Ferhat Encu dibêje, “Di şexsê min de siyaseta HDPê ya Kurdewarî dê xwe li Stenbolê bicih bike” û li ser plan û projeyên HDPê bo qonaxa nû jî diyar kir, karê wan ê sereke ew e ku rêxistinên xwe xurttir bikin û lawaziyan jinav bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst