Heyeta Îmraliyê bi Babacan re civiya: Dor a MHPyê ye

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVAyê DEM Partî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol çûn serdana Partiya DEVAyê.

Heyeta Îmraliyê li Navenda Giştî ya DEVAyê bi Alî Babacan re civiya.

Hat ragihandin ku civîn demjimêr 11:00an dest pê kiriye.

Pêwendiyên Heyeta Îmraliyê yên li Enqereyê tenê bi DEVAyê sînordar namînin.

Heyeta Îmraliyê piştî vê hevdîtinê dê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re bicive.

Tê çaverêkirin ku hevdîtina bi Bahçelî re demjimêr 14:00an pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst