Avahiya rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê hat gulebarankirin

13-08-2025
RÛDAW
Nîşan Rojnameya Evrenselê Gulebaran Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişeke bi çekê de avahiya rojnameya Evrenselê ya li parêzgeha Îzmîrê gulebarankirin.

Bi şev saet di 01:30î de li dijî avahiya rojnameyê ya li navçeya Konakê ya Îzmîrê êrişeke bi çekê pêk hat.

Serê sibehê hat dîtin ku li ser tabelaya avahiyê 7 şopên guleyan hatin dîtin.

Hat diyarkirin ku êriş di saetekê de pêk hatiye ku avahiya nûnertiyê ya li taxa Alsancakê vala bûye.

Hat destnîşankirin ku gule li dîwarê derve yê avahiyê û bi taybetî jî li tabelaya rojnameyê ketine.

Di çarçoveya lêpirsînê de li kamerayên ewlehiyê yên derdorê tên kontrolkirin.

Piştî êrişê kesê bi navê Îbrahîm Halîl Yapici hat desteserkirin.

Nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Îzmîrê Ozer Akdemîr li birêvebiriya ewlehiyê îfade da û gilî kir.

Nûnertiya Rojnameyê ya Îzmîrê jî derbarê êrişê de daxuyaniyek da û tê de wiha got:

"Piştî êrişê polîs hatine cihê bûyerê, gule kom kirine lê Nûnertiya me ya Îzmîrê agahdar nekirine.

Ev êriş ne tenê li dijî Evrenselê ye, li dijî mafê agahdarbûna gel, azadiya çapemeniyê û hemû rojnamegerên ku li pey rastiyê ne, gefeke eşkere ye.

Dîroka Evrenselê bi mînakên wekî kuştina nûçegihanê me Metîn Goktepe yê di dema desteserkirinê de, lêpirsîn û desteserkirinên ku em gelek caran rastî wan hatine, xespa îlanan a Saziya Îlanan a Çapemeniyê, zext û gefan tije ye.

Lê divê were zanîn ku ti gule, ti gef û ti zext nikare me bêdeng bike.

Bila yên ku hewl didin rastiyê tarî bikin bizanibin: Evrensel, wekî doh, îro û sibe jî dê li ser şopa rastiyê biçe, dê bibe dengê karker, kedkar û bindestan, dê rastiyê biqîre û dê pênûsa xwe hîn tûjtir bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst