Çav li Parlamentoya Tirkiyeyê ne: Gelo dê ji bo pêvajoyê gavên yasayî werin avêtin?

13-09-2025
Omer Sonmez
Partî û sazî kom bûn / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Partî û sazî kom bûn / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê DEM Partî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Daxuyaniyên dawî yên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser pêvajoya çareseriyê yek ji rojevên sereke yên medya, siyaset û civaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.

Bahçelî da zanîn, “Ocalan û PKKyê berpirsyariya xwe bi cih anî. Niha em gihîştine qonaxa gotûbêjkirina zemîna bihevrejiyanê.”

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu got:

“Daxuyaniyên Bahçelî, ji bo paşeroja pêvajoyê girîng in.

Tevgera Kurdî gavên pêwîst avêtine, niha êdî dor hatiye gavên yasayî.”

Li aliyê din, li ser pêvajoya çareseriyê di mehên Îlon û Çiriya Pêşînê de hêvî û bendewarî zêde dibin ku li Parlamentoya Tirkiyeyê zemîneke yasayî were amadekirin û gavên pêwîst werin avêtin.

Tê payîn ku di demeke kurt de şandeyeke berfireh a DEM Partiyê ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî di nav de ne biçin serdana Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bicive.

Çend partî, komele û saziyên demokratîk ên wekî Tevgera 78an, ÎHD û HDKyê di salvegera 45emîn a darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de li Meydana Taksîmê ya Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de banga avêtina gavên demokratîk û jiholêrakirina şopên darbeya leşkerî hat kirin.

Di rojeva wan de pêvajoya çareseriyê û destûreke nû ya sivîl û demokratîk hebû.

Siyasetmedara Kurd Sabahat Tuncelê li ser mijarê anî ziman:

“Ji ber ku Tirkiye bi darbeyê re rû bi rû nema û jê hesab nepirsî, hişmendiya darbeyê îro bi şêweyên cuda dewam dike.

Ji bo ku careke din darbe çênebe, divê dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne.

Bi taybetî jî di vê dema ku ji bo aştî û çareseriya Pirsgirêka Kurdan pêvajoyeke nîqaşê tê kirin de, pêdivî zêdetir bi vê yekê heye.”

Li aliyê din, hevpeyvîna Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya bi rojnameya Sabahê re bû rojeva sereke ya medya, siyaset û civakê.

Bahçelî got, “Ocalan û PKKyê berpirsyariya xwe bi cih aniye. Niha em gihîştine qonaxa gotûbêjkirina zemîna bihevrejiyanê.”

“Mixetabên pêvajoya aştiyê heta niha gav neavêtine”

Berdevkê Tevgera 78an Celalettîn Can jî da zanîn:

“Bahçelî û aliyên ku ew temsîl dike hinekî din bi nermî nêzîkî pêvajoyê dibin lê bi qasî ku ez dizanim Erdogan jî hewl dide bi mesafe nêzîk bibe.

Tevgera Azadiya Kurdan, bi taybetî jî Ocalan hemû berpirsyariyên bi cih anîne.

Jixwe vê yekê jî ez nabêjim, Bahçelî jî dibêje.

Lê dewleta Komara Tirkiyeyê û birêvebirên dewletê, yanî mixetabên pêvajoya aştiyê, heta niha derbarê pêvajoyê gav neavêtine, niha jî navêjin.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) wekî sîwana sereke ya DEM Partiyê kar û xebatên xwe yên siyasî dimeşîne.

Hevberdevkê HDKyê Alî Kenanoglu ji Rûdawê re da zanîn, daxuyaniyên Bahçelî jî nîşan didin ku dewletê hîn berpirsyariya xwe bi cih neaniye û gavên pêwîst neavêtine.

Alî Kenanoglu wiha li axaftina xwe zêde kir:

“Ev daxuyaniyên Devlet Bahçelî, ji bo meşandina pêvajoyê ya ji vir û pê ve girîng in.

Jixwe tiştên ku ew dibêje, mijarên ku heta niha Tevgera Siyasî ya Kurdan behs dikirin in.

Belê, bi giştî Tevgera Kurdan, PKK jî di nav de, bi hemû baskên xwe ve ji bo ku pêvajo rast bimeşe û bigihêje armanca xwe, gavên pêwîst avêtin.

Niha êdî dor hatiye ser sererastkirinên yasayî.”

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji 51 kesan pêk tê, piştî demekê dîsa li Parlamentoya Tirkiyeyê dest bi civînên xwe kir.

Komîsyonê di civînên xwe yên 8emîn û 9emîn de guh da nûnerên konfederasyonên sendîkayan û saziyên sermayedaran.

Li ser pêvajoya aştî û çareseriyê, di mehên îlon û cotmehê de hêvî û bendewarî zêde dibin ku li Parlamentoya Tirkiyeyê zemîneke yasayî bê amadekirin û gavên pêwîst bên avêtin.

Şandeyeke berfireh a DEM Partiyê dê biçe serdana Îmraliyê û bi Ocalan re bicive lê ka dê Komîsyon kengî û çawa biçe serdana Ocalan hîn ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst