Serokê CHPyê li ser Doza Kobaniyê peyamên girîng dan

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel CHP Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş Bûyerên Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgûr Ozel derbarê Doza Kobanê de got, “Em dê bi şandeyeke bihêz dozê bişopînin. Em hêvî dikin ji vê doza siyasî birayereke dadmendî derkeve.”

Ji Doza Kobaniyê Hevserokên Berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî di nav de 18 ji wan girtî 108 siyasetmedarên Kurd tên darizandin.

Tê pêşbînîkirin ku 16ê Gulana 2024an dadgeh biryara xwe ya derbarê dozê de bide.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro, di civîna grûba partiya xwe de çend peyamên girîng derbarê Doza Kobaniyê de dan.

Ozel ragihand ku ew dê bi şandeyeke berfireh dozê bişopînin.

Herwiha Serokê CHPyê tekez kir ku divê ji Doza Kobaniyê edalet derkeve.

“Divê biryareke adîl bê dayîn”

Ozgur Ozel Doza Kobaniyê wekî dozeke dûrxistina siyasetmedarên HDPyê ji qada siyasetê bi nav kir û wiha axivî:

“Birêz Demîrtaş, hevserokên wan ên giştî û 108 kesan girtin, 18 kes di girtîgehan de tên girtin.

Di bingeha xwe de doza dûrxistina siyasetmedarên HDPyê ji siyasetê ye û ew dozek e ku bêyî mafê darizandina adîl têne darizandin.

Ev doz dê roja Pêncşemê bê dîtin. Em dê vê dozê bi şandeyeke bihêz bişopînin.

Em difikirin ku divê biryareke adil bê dayîn.

Hêviya her welatiyek e ku daraz ji otorîteya siyasî dûr bimîne.

Darizandin wiha nebû lê em hêvî dikin herî kêm biryar di çarçoveya yasayên gerdûnê de, li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn be.”

Bûyerên Kobaniyê

Protestoyên Kobaniyê ku wekî bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn jî tên binavkirin, 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ji aliyê HDPyê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan a ji bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyeyê were rawestandin.

Li gorî raporta Komelaya Mafên Mirovan, 7-12ê Çiriya Pêşîna 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabû, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin.

Herwiha li gorî amarên ajansa fermî ya Tirkiyeyê yên wê demê zerer gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 18 kes ji wan bi awayekî girtî, 108 kes ji Doza Kobaniyê tên darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst