Li 4 bajaran 56 kes hatin desteserkirin

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Bozdogan Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ragihand, di operasyonên "Bozdogan"ê de li 4 parêzgehan 56 berşik hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 4 bajaran li dijî DAIŞê bi navê “Bozdogan -38”ê operasyonên hevbeş hatin encamdan.

Operasyon li Riha, Konya, Hatay û Denizliyê hatin kirin.

Li Riha û Konyayê di operasyonan de 45 gumanbar hatin desteserkirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku hat tesbîkirin, alîkariyên madî ji bo rêxistinê peyda kirine û civînên rêxistînî saz li dar xistine.

Li Hatayê jî 10 gumanbara hatin desteserkirin.

Bi gortina Yerlîkaya hat tesbîtkirin di nav rêxistinên DAIŞ û El-Qaîdeyê de çalakiyên çekdarî meşandine û perwerdeya sûîqesdê û teqemeniyan wergirtine.

Li Denizliyê jî gumanbarek hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê wî pere şandiye herêmên pevçûn lê didomin û ji ber têkiliya wî ya bi DAIŞê re jî sermayeyên wî hatine ragirtin.

Herwiha di operasyonan de bi hinek  dowîz û gelek alavên dijîtal û dokumenên rêxistinî hatin bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst