Li Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 6,0 pileyan

14-05-2025
Nîşan Erdhej Deryaya Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî saet 01:51ê erdhejeke bi hêza 6,0 pileyan rû da.

Li gorî agahiyên ku di malpera înternetê ya Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) de hatine dayîn, erdhejê 155,06 kîlometreyan dûrî navçeya Datçayê ya Mûglayê rû daye.

Kûrahiya erdhejê jî 20,41 kîlometre ye.

Parêzgarê Muglayê Îdrîs Akbiyik bi rêya hesabê xwe yên medyaya civakî da zanîn, "Heta niha agahiya ti rewşa neyînî nehatiye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst