Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo beşdarî civîna nefermî ya wezîrên karên derve yên NATOyê gihîşt bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê.
Civîna nefermî ya wezîrên karên derve yên NATOyê di navbera 14-15ê Gulanê de li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê tê lidarxistin.
Mijarên sereke yên civînê dê zêdebûna lêçûnên parastinê, berfirehkirina hilberîna pîşesaziyê û xurtkirina astengkirin û parastinê bin.
Tê çaverêkirin ku Rubio bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî bicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse