Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê Nîluferê yê CHPyê Turgay Erdem û 14 kesên din bi biryara dadgehê hatin girtin.
Di heman dozê de, 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Lêpirsîn li ser bertîlê bû
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê 10ê Çiriya Pêşîn a 2025an dest bi lêpirsînê kiribû.
Serdozgeriyê, Şaredarê berê yê Nîluferê yê CHPyê Turgay Erdem û 21 kesên din bi bertîl, avakirina rêxistina tawanan û spîkirina pereyan tohmetbar kiribûn.
Dadgehê piştî kar û barên yasayî îro biryara xwe da.
Dadgehê Turgay Erdem û 14 kes girtin û şandin girtîgehê.
Hevjîna Turgay Erdem û 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse