Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî got, divê di bin sîwana parlamentoyê de sloganên jirêderketî neyên avêtin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro li Parlamentoya Tirkiyeyê beşdarî civîna koma partiya xwe bû û li ser mijarên di rojevê de ne axivî.
“Eniya dijmin cudahiyê geş dike”
Devlet Bahçelî got, “Eniya dijminên navxweyî û derve cudahiya Tirk û Kurdan geş dike.
Her wiha kampanyayeke reş a dijberên Tirk û Îslamê heye ku hewl didin dubendiya Elewî-Suniyan derxin."
Bahçelî amaje bi slogana “Bijî Serok Apo” ya ku li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avêtin jî kir û got:
“Di bin sîwana parlamentoyê de cihê sloganên jirêderketî bi ti awayî nîne.
Divê em nehêlin ku daxwazên maksîmalîst bikevin rojevê.
Divê em hemû baldar bin ku 'Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror' têk neçe.
Daxuyaniya rêberê damezirîner (mebesta wî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e) a 27ê Sibatê ji bo me esas e. Her kesê ku li ser vî esasî bimeşe, mirovekî jîr e.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari 7ê Çiriya Pêşîn di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de axivibû û piştî axaftina Hatîmogullariyê girseya li salonê amade dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bilind kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse