Bahçelî: Sedsala biratiyê xuya dike

27-05-2025
RÛDAW
Nîşan MHP DEM Partî Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Her tişt wextekî xwe heye û ew wext nêzîk dibe. Ew wext jî bi sedsala Tirkiyeyê hatiye sembolkirin û bi nasnameyeke nû ya millî û bi sedsala biratiyê xuya dike.”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li bajarê Enqereyê piştî hevdîtina bi Hevserokên DEM Partiyê û şandeya bi wan re li navçeya Kizilcahamamê çû serdana gora “Şehîdên Netewperest” û piştî serdanê civîneke çapemeniyê saz kir.

Bahçelî bersiva beşek ji rexneyên ku derbarê pêvajoyê li wî û partiya wî tên girtin da û anî ziman:

“Yên ku şopa wan li ser axa me nîne û kedên ku wekî tov hatine çandin înkar dikin, van rojan maskeyên xwe girêdane û tevgera netewperest bi awayekî neheq sûcdar dikin.

Divê bê zanîn ku ev yek di serî de li beramberî şehîdên me û bibîranên wan bêrêzî ye.”

Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê ragihand ku her tişt wextekî xwe heye û ew wext nêzîk dibe û da zanîn:

“Ew wext jî bi sedsala Tirkiyeyê hatiye sembolkirin û bi nasnameyeke nû ya milî û bi sedsala biratiyê xuya dike.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst