Erdogan: Em dê Ehmed Şer bi tenê nehêlin

14-10-2025
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Sûriye HSD Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew dê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi tenê nehêlin.

Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera ji Misirê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.

Recep Tayyîp Erdogan Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tehdîd kir ku "tev li rêyên şaş nebin" û da zanîn ku yekbûna HSDyê bi artêşa Sûriyeyê re dê ji bo paşeroja wî welatî sûdmend be.

"Em dê Şer û hevalên wî bi tenê nehêlin"

Erdogan derbarê paşeroja Sûriyeyê de got, "Mijareke wekî bi tenê hiştina Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û hevalên wî nîne."

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ku pêwendiyên wan ên bi Sûriyeyê re li her astê didomin û ew ji bo parastina destkeftiyên herêm û Sûriyeyê di nav hevahengiyeke xurt de ne.

"Em HSDyê hişyar dikin"

Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser dan û standina Şam û HSDyê jî û got, "Em gelek caran HSDyê hişyar dikin ku tev li rêyên şaş nebe û piştgiriyê bide yekîtî û yekparçebûna Sûriyeyê."

Erdogan destnîşan kir ku tevlêbûn HSDyê ya bi artêşa Sûriyeyê re di zûtirîn demê de dê gavên pêşketinê yên Sûriyeyê leztir bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku ew helwesta birêvebiriya Sûriyeyê ya ku hemû pêkhateyên etnîkî û olî di nav xwe de digire, bi erênî pêşwazî dikin û got, "Ev hem di berjewendiya Sûriye û hem jî di berjewendiya Tirkiyeyê de ye."

"Yên ku li parêzvanên din digerin dê têk biçin"

Erdogan anî ziman ku yên hewl didin Sûriyeyê careke din bikişînin nav şer, "ne qenciya Kurdan, ne ya Durziyan û ne jî ya Nuseyriyan dixwazin."

Erdogan gotina xwe ya li Meydana Milazgira Mûşa Bakurê Kurdistanê bi bîr anî û got, "Yên ku berê xwe didin Şam û Enqereyê dê bi ser kevin, yên ku li parêzvanên din digerin dê têk biçin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst