Seroka rêxistina EMEPê ya Stenbolê hat desteserkirin

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan EMEP Stenbol PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê hat desteserkirin.

Li Stenbolê Seroka rêxistina Partiya Kedê (EMEP) Sema Barbaros bi îdiaya propagandaya “rêxistina terorê” hat desteserkirin.

Li gorî agahiyan, polîsan piştî lêpirsînê Sema Barbaros veguhastiye Dadgeha Anadoluyê.

Piştî ku 9 leşkerên artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê di şerê PKKyê de hatin kuştin li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon hatin zêdekirin û bi sedan kes bi îdiaya “propagandeya PKKyê” hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst