Tirkiyeyê li ser îdiayên rawestandina geştên Îraqê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê Îraq Geştên Asmanî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ragihand ku parvekirinên li ser rawestandina seferên wan ên ber bi hinek bajarên Îraqê ve rastiyê nîşan nadin.

THYyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser hinek hesabên medyaya civakî û malperên nûçeyan îdiayên "rawestandina seferên Hewlêrê" hatine belavkirin lê ev îdia ne rast in.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Di vê dema ku asmanê Îranê girtî ye de, seferên me yên Bexdayê li gorî pêdiviyên operasyonî ji bo demjimêrên rojê hatine veguhastin û sefer didomin.

Seferên me yên Hewlêr, Silêmanî û Besrayê jî li gorî bernameyê didomin."

Berpirsê Ragihandinê yê Birêvebiriya Balafirgehên Îraqê Ehmed Wahid ji Rûdawê re gotibû ku Tirkiyeyê ew agahdar kirine ku hemû seferên dualî yên di navbera Tirkiye û Îraqê de hatine rawestandin.

Ehmed Wahid ji Rûdawê re ragihandibû:

"Di agahdarkirina ku gihîştiye me de hatiye gotin ku sefer heta sibe hatine rawestandin.

Ji sibe pê ve sefer dê dîsa dest pê bikin lê dê tenê di nava rojê de bên kirin."

Ehmed Wahid da zanîn ku sefera dawî ya ji Bexdayê ber bi Tirkiyeyê ve îro piştî nîvro saet 13:17an pêk hatiye.

Li aliyê din Birêvebiriya Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Mazin Şiblî ji Rûdawê re got, "Hîn nivîseke fermî negihîştiye me."

Mazin Şiblî eşkere kir ku dê ji sibe pê ve di demjimêrên seferan de guherîn çêbibin.

Serokatiya Ragihandinê daxuyanî da

Navenda Têkoşîna ya li dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand:

"Parvekirinên ku îdia dikin hemû seferên di navbera Tirkiye û Îraqê de hatine rawestandin ne rast in.

Seferên di navbera her du welatan de li gorî planên heyî didomin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst