Yekîtiya Pizîşkan derbarê Serokê Heyva Sor a Tirkiyê de daxwaza lêpirsînê kir

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Kerem Kinik Heyva Sor a Tirkiyê Yekîtiya Pizîşkên Tirk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Navendî ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk bi hinceta ku ne li gor nirxên pizîşkî tevgeriyaye derbarê Serokê Heyva Sor Kerem Kinik de daxwaza lêpirsînê kir.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) roja Înê 14ê Nîsana 2023an bi daxwaza lêpirsînê ya derbarê Serokê Heyva Sor Kerem Kinik ku eşkerebûbû di erdhejên 6ê Sibatê de çadir firotibûn de bo Odeya Pizîşkan a Stenbolê nivîsek şandiye.

Li gor zanyariyan nivîs bi îmzeya Sekreterê Giştî yê Encûmena Navendî ya TTB Vedat Bulut hatiye şandin û tê gotin: “Di pêvajoya karesata erdhejê de hatiye dîtin ku Heyva Sor ya bi serokatiya Kerem Kinik li gor rêgez û exlaqê pizîşkî tevnegeriyaye û ji bo derbarê wî de lêpirsîn bê destpêkirin em serlêdana Odeya we dikin. Bi baweriya ku dê tişta pêwîst bê kirin û em di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazin.”

Heyva Sor a Tirk di dema erdhejên 6ê Sibatê de li gor pêwîstiyên welatiyan tevnegeriyabû û derketibû holê ku hejmarek çadir firotine saziyên din. Herwiha Serokê Heyva Sor Kerem Kinik ev yek qebûl kiribû ev jî bûbû sedema nerazîbûnê.

Li gor zanyariyên Kinik di roja sêyemîn a erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de 2050 çadir bo komeleya Ahbapê hatine firotin ku damezrêner û serpereştyarê wê hunermend Haluk Levent e. Haluk Levent jî piştrast kir ku wan di roja sêyemîn a erdhejê de ji ber pêwîstiya bilez bo welatiyan bi bihayê 46 milyon lîreyên Tirkî ji Heyva Sor 2050 çadir kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst