Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand ku di heyama AK Partiyê de hemû qedexeyên li ser zimanê Kurdî hatine rakirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ku ji Rihayê wek berbikêr parlamentoyê yê AK Partiyê hatiye destnîşankirin, li navçeya Wêranşarê beşdarî vekirina ofîsa bo bangeşeyê bû û di axaftina xwe ya li wê derê de diyar kir ku li şûna avahiyên ku di erdhejên navenda Mereşê de hilweşiyan, ew dê qadên jiyanê yên nû ava bikin.
Bekir Bozdag anî ziman ku li Tirkiyê di nava 20 salan de guhertineke mezin çêbûye û got: “Dema ku AK Partî hat damezrandin me got ku dê bi neteweperestiya olî, nîjadperestî û herêmparêziyê re mijûl nebin û em dê li hemû parêzgehan bi awayekî hevdem xizmet û veberhênan bikin.”
Bozdag idia kir ku Erdogan dê Tirkiyeyê ber bi rojên xweştir ve bibe û got: “Me feraseta siyaseta ku polîtîkayên red, asîmîlasyon û înkarê ji holê radike derxist pêş. Ji bo ku li Tirkiyê aştî pêk were, xwîn bisekine, rondik nerijin, dayik negirîn, em li çareseriyên bêçek geriyan. Me ji bo rakirina her cure qedexeyên li ser Kurdî li vî welatî gav avêtiye.”
Bozdag destnîşan kir ku wan rê li ber weşana bi Kurdî vekirine û diyar kir ku wan tiştên ku duh li Tirkiyê nedihatin axaftin kirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Bozdag wiha got: “Me bi hev re reformên dîrokî yên demokratîkbûnê pêk anîn. Yên ku îro hewl didin bi HDPê re mil bi mil neyên dîtin û tevî piştevaniya HDPê wê tevlî hevpeymaniya xwe û tevî ku ew qas pêwîstiya wan bi dengên HDPê heye lê ditirsin li ba hev bêne dîtin, gelo sibe gava deng wan wegirtin dê paşê berê xwe bidin HDPê? Ew ditirsin ku li avahiya HDPê serdana wan bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse