Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdar got “Qet bêhî nebin. Ez ê rast bisekinim. Ez ê tesbîtên xwe yên zelal ên derbarê tiştên qewimîne de ji we re vebêjim. Paşê jî em dê rabin ser piyan vê hilbijartinên bistînin.”
Berbijêrê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu piştî encamên hilbijartinên 14ê Gulanê daxuyaniyek belav kir.
Kiliçdaroglu ku li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir wiha nivîsî:
Gelê min ê hêja, em ji duh ve bê navber dixebitin. Qet bêhî nebin. Ez ê rast bisekinim. Ez ê tesbîtên xwe yên zelal ên derbarê tiştên qewimîne de ji we re vebêjim. Piştre jî em dê rabin ser piyan tev bi hev re vê hilbijartinên bistînin. Di dawiya her tiştî de, wê tenê tiştê ku miletê me dibêje bibe.”
Di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an da ji sedî 100 sindoq hatin vekirin.
Li gorî encaman Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,39, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,97 û Sînan Ogan jî ji sedî 5,21ê dengan wergirtine.
Sevgili Halkım, dünden bu yana aralıksız çalışıyoruz. Sakın ola ki bir ümitsizliğe kapılmayın. Ben dik duracağım. Olan bitene dair net tespitlerimi size anlatacağım. Sonrasında da ayağa kalkıp hep birlikte bu seçimi alacağız. Her şeyin sonunda, sadece milletimizin dediği olacak.
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) May 15, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse