Volodymyr Zelenskyy çû Tirkiyeyê

15-05-2025
RÛDAW
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji bo bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive çû Enqereyê.

Balafira ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy tê da bû îro nîvro li Balafirgeha Esenbogayê danî.

Zelenskyy li balafirgehê ji aliyê rayedar û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha ve hat pêşwazîkirin.

Tê plankirin ku Zelenskyy bi Recep Tayyîp Erdogan re îro li Kuliyeya Serokkomariyê hevdîtinekê bike.

Divê were gotin ku şandeyên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê ne.

Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiriye ku eger bipêşveçûnek çêbibe dibe ku roja înê ew jî biçe Stenbolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin