Kabîneya Tirkiyeyê dicive: Mijara sereke pêvajo ye

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Kabîneya Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê îro li Enqereyê bi serokatiya Erdogan dicive.

Mijarên herî girîng pêvajoya çareseriyê û agirbesta li Xezeyê ne.

Kabîne dê îro demjimêr 16:30î bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bicive.

Di civînê de mijarên sereke pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan û peymana Xezeyê ne.

Her wiha li civînê dê xebatên Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê bên nirxandin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê yek ji mijarên girîng ên kabîneyê kêmkirina dema perwerdeya neçarî ye ku 12 sal in.

Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze dema xwendina neçarî kêmtir bike û dê Wezîrê Perwerdeyê raporekê pêşkêşî kabîneyê bike.

Her wiha rûdanên herêmî û mijara enflasyonê û aboriya Tirkiyeyê jî rojevên civînê ne.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke medyayî li dar bixe û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst