UKRAYNA - Êrişî keştiyeke Tirkiyeyê hat kirin

17-11-2025
RÛDAW
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Ukrayna Rûsya Tirkiye ORINDA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Hêzên Rûsyayê bi dronan êrişî keştiyeke Tirk a bi navê ORINDA kirin. Keştiya ku li Bendera Izmailê ya Oblasta Odesayê ya Ukraynayê rawestiyabû, nêzîkî 4 hezar ton gaza şil (LG) vediguhast.

Li gorî nûçeya Euronewsê, êrişa ku li nêzîkî sînorê Romanyayê pêk hat bû sedema derketina şewatê û gundekî nêzîkî sînorê Romanyayê jî hatiye valakirin.

Hat ragihandin ku piştî êrişê xebatkarên keştiyê hatine tehliyekirin.

Midûriyeta Deryayî: Keştiya ORINDAyê ya Tirk li Ukraynayê hat armanckirin

Midûriyeta Giştî ya Deryayî ya Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê ragihand ku keştiya gazê ya bi navê ORINDA ya bi ala Tirkiyeyê, li Bendera Izmailê ya Ukraynayê di dema valakirinê de rastî êrişê hatiye.

Midûriyetê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyaniyek belav kir û ev agahî dan:

“Keştiya LPGyê ya bi navê ORINDA ya bi ala Tirkiyeyê û 16 xebatkarên Tirk tê de, li Bendera Izmailê ya Ukraynayê di dema valakirinê de rastî êrişê hatiye û şewat derketiye.

Xebatkaran bi awayekî ewle keştî terk kiriye. Ti birîndar nînin. Tîmên îtfaiyeyê midaxeleyî şewata li keştiyê dikin.

Li Romanyayê gundek hat valakirin

Ji ber metirsiya teqîna gazê, rayedarên Romanyayê dest bi veguhastina niştecihên gundê Plauru yê li wîlayeta Tulceayê kir.

Li gorî rayedaran, heta niha 15 kes ji bo gundê Ceatalchioi hatine veguhastin û pêvajoya tehliyekirinê didome.

Rayedarên Romanyayê diyar kir ku ev metirsî xetereyê li ser her du aliyên sînor çêdike.

Ne cara yekem e ku dronên Rûsyayê dibin sedema aloziyê li Romanyayê.

13ê Îlonê jî droneke Rûsyayê ketibû nav sînorê asmanî yê Romanyayê û ji aliyê firokeyên F-16 ên wî welatî ve hatibû astengkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst