Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hîn di qonaxa destpêkê de ye û pêşketina wê bi temamî bi "plana lîstikê" ya Erdogan ve girêdayî ye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar ji ANFyê re rûdanên dawî yên derbarê pêvajoyê, helwesta dewletê û xebatên Komîsyonên û siyaseta Tirkiyeyê nirxandin.
“Em hîn di destpêka pêvajoyê de ne”
Cengîz Çandar daxuyaniya xwe ya meha îlonê ya bi rengê "Em ne di nav pêvajoya çareseriyê de ne, em di destpêka wê de ne" bi bîr xist û got ku di xala ku gihiştine de ew hîn di "paragrafa yekem a destpêkê" de ne.
Siyasetmedarê bi ezmûn anî ziman ku hevdîtinên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re û zimanê erênî yê ku piştî wan hat bikaranîn hêvî geş kirine lê ti pêşketinên berbiçav çênebûne.
“Top li cem dewletê ye”
Çandar amaje bi daxuyaniyên Duran Kalkan da û got ku Kalkan bi gotina "Em derbasî qonaxa duyem bûn" tekezî li ser wê yekê kiriye ku rêxistinê tişta ku dikeve ser milê wê kiriye û top êdî li cem dewletê ye.
Çandar diyar kir ku li benda gaveke ji aliyê dewletê ne lê ev gav heta niha nehatiye avêtin û got ku ew nizanin ka sedemên dudiliya dewletê ya di avêtina gavan de çi ne.
“Komîsyon hîn li qada navîn bi topê dilîze”
Çandar anî ziman ku Komîsyon hîn "ji bilî lîstina bi topê li qada navîn tiştekî din nake" û destnîşan kir ku Komîsyon erkê xwe yê sereke bi cih nayîne.
Wî bi bîr xist ku sedema avakirina Komîsyonê "yasaya vegerê" û "hinek guhertinên di yasaya înfazê de" bû.
“Di destê dewletê de format heye”
Çandar amaje bi nûçeya Reutersê ya derbarê amadekirina rêziknameyeke ku 9 hezar endamên PKKyê li xwe digire da û got ku ew piştrast e ku di destê dewletê de "formateke" ji bo pêvajoyê heye.
Çandar li ser vê yekê jî wiha got, "Dema dewletê ev pêvajoya niha da destpêkirin, di destê wê de arşîveke mezin hebû.
Eger hûn îro ji min bipirsin, 'Gelo di destê dewletê de formata vê heye?', ez ji sedî 100 piştrast im, erê, heye.
Di hinek sazî û organên dewletê de ev format heye. Pirsgirêk ew e ku dê ev belgeyên amade bi çi awayî û ji kîjan qonaxan derbas bibin û bên pêşkêşkirin.”
Çandar anî ziman ku destpêka pêvajoyê vedigere beriya 1ê Çiriya Paşîn a 2024an û ezmûnên berê yên serdema Ozal û hevdîtinên Osloyê arşîvek çêkirine.
Çandar amaje bi wê yekê kir ku pêvajo ka çawa bi pêş ve biçe û kengî bi dawî bibe, bi temamî bi "plana lîstikê û salnameya" Erdogan ve girêdayî ye û destnîşan kir ku zimanê erênî yê Erdogan ê vê dawiyê nîşan dide ku "niyeta wî ya bicihanînê" heye.
Têkiliya Sûriyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê
Çandar tekez kir ku nabe xitimîna pêvajoya çareseriyê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve girêdan û ew îdiayên ku têkçûna pêvajoya 2013-2015an bi rewşa Rojavayê Kurdistanê ve girê didin jî red kirin.
Çandar anî ziman ku pêvajoya niha rasterast bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve ne girêdayî ye got, “ “Radestkirina çekên HSDyê bi awayekî takekesî ne mantiqî ye”
Bi gotina Çandar fikirîna ku Sûriye di bin mandaya Amerîkayê de be" rê li ber bi pêşketina pêvajoya li Tirkiyeyê digire.
“Mayînên siyaseta navxweyî” û derengketina pêvajoyê
Çandar anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê ew e ku bi rojeva siyaseta navxweyî re têkel bûye û got ku di vî warî de berpirsiyariyeke mezin a desthilatdariyê heye.
Wî diyar kir ku operasyonên li dijî CHPyê, dûrxistina hevserokên şaredariyan ên DEM Partiyê û girtinên li ser bingeha "lihevkirina bajaran" bandoreke neyînî li pêvajoyê dikin.
Çandar tekez kir ku ev rewş, "beşên neteweperest ên di nav ÎYÎ Partî û CHPyê de han dide ku li dijî pêvajoyê helwestê wergirin" û ev yek jî dibe sedema gotinên wekî "Bila CHP ji Komîsyonê vekişe" û "Bila Komîsyon neçe Îmraliyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse