Komîsyon dê îro guh bide jin û ciwanan

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona pêvajoya çareseriyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin dê îro guh bide rêxistinên ciwanan û jinan.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê seat 14:00an bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tikirkiyeyê Numan Kurtulmuş bicive.

Civîn dê ji du rûniştinan pêk were.

Di civîna vê hefteyê ya Komîsyonê de dê guh li rêxistinên jinan û ciwanan bê girtin.

Di nav rêxistinên jinan de Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) û "Însiyatîva Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye" jî dê cih bigirin.

Endamên Komeleya Foruma Rêxistinên Ciwanan (GoFor) jî dê di Komîsyonê de nêrînên xwe parve bikin.

Rêxistinên ku dê di rûniştina yekem de biaxivin:

  • Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA)
  • Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3)
  • Komeleya Avakerên Ciwan ên Aştiyê
  • Foruma Rêxistinên Ciwanan (GoFor)
  • Komeleya Ciwanan a Anadoluyê (AGD)
  • Yekîtiya Xwendekarên Tirk a Neteweyî (MTTB)

Rêxistinên ku dê di rûniştina duyem de biaxivin:

  • Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM)
  • Komeleya Jinên 29ê Çiriya Pêşîn (29 EKD)
  • Însiyatîva Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye
  • Komeleya Karsazên Jin ên Tirkiyeyê (TÎKAD)
  • Komeleya Perwerde, Çand û Hevgirtinê ya Hazarê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst