Li Stenbolê skeleya metroyê hilweşiya û karker di bin de man

15-11-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Metro Skele
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyyê ya Stenbolê, di dema rijandina betonê ya di înşaeta metroyê de skele hilweşiya û 5 karker di bin de man.

Bûyer li Kolana Meclis-î Mebusanê, li xeta metroyê ya M7ê ya li kêleka Skeleya Kabataşê qewimî.

Skeleya li qata şeşemîn a binê erdê di dema xebatê de hilweşiya.

Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê gelek ambulans, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Karkerên ku bi birîndarî hat derxistin, radestî tîmên tenduristiyê hat kirin.

Birêvebirê Tenduristiyê yê Stenbolê Abdullah Emre Guner ragihand ku dermankirina 2 karkeran li nexweşxaneyê didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst