Hewlêr (Rûdaw) - Di doza ku Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ji ber gotinên ku di panelekê de derbarê Serekdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek û malbata wî de bi kar anîbû dihate darizandin de, dozger mitalaya xwe eşkere kir.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji ber dozên ku lê hatine vekirin li salona li hemberî Girtîgeha Marmarayê ya 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê darizandin.
Di danişînê de Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û endamên partiyê jî wekî temaşevan amade bûn.
Serokê dadgehê diyar kir ku mitalaya derbarê esasê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hatiye amadekirin, li dosyeyê hatiye zêdekirin.
Di mitalayê de hat xwestin ku Îmamoglu bi tohmetên "bi awayekî eşkere heqareta li dijî karmendê giştî ji ber peywira wî", "gef" û "armancnîşandana kesên ku di têkoşîna dijî terorê de cih girtine" ji 2 sal û 8 mehan heta 7 sal û 4 mehan bi cezayê zindanê were cezakirin.
Her wiha ji Ekram Îmamoglu re qedexeya siyasî jî hat xwestin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse