Hevjîna xwe ya nexweşa penceşêrê kuşt û li xwe mikur hat

16-10-2025
Nîşan Îzmîr Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îzmîrê kesekî hevjîna xwe ya 69 salî ya ku bi nexweşiya penceşêrê bû kuşt.

R.T.yê 70 salî yê ku li navçeya Bornovayê li Taxa Rafetpaşayê rûdine, telefonî tîmên tenduristiyê kir û agahî da ku wî hevjîna xwe kuştiye.

Polîs û tîmên tenduristiyê li ser vê agahdarkirinê çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku Îzadiye T.ya 69 salî miriye.

Termê wê piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiyê sewqî morga Saziya Tiba Dadî ya Îzmîrê hat kirin.

R.T.yê ku hevjîna xwe kuştibû, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hat zanîn ku Îzadiye T.ya ku hatibû kuştin, demek bû ji ber penceşêrê dihat dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst