Rojnamevan Ruken Demir û Melike Aydin hatin girtin

16-11-2019
RÛDAW
Nîşan Ruken Demir Melike Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêra Ajansa Mezopotamyayê Ruken Demir û Peyamnêra Jinnewsê Melike Aydin ku 4 roj berê li li bajarê Izmirê yê Tirkiyê hatibûn desteserkirin, hatin girtin.

Peyamnêra Ajansa Mezopotamyayê Ruken Demir û Peyamnêra Jinnewsê Melike Aydin ku 12ê Mijdarê li Izmîrê hatibûn desteserkirin, piştî hatin dadgehkirin, bi tohmeta ku "li ser navê rêxistina terorê kar kirine" hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Izmîrê de, 12 Mijdarê polîsan bi ser malên wan de girtibûn û Ruken Demir û Melike Aydin hatibûn desteserkirin. Doh piştî li asayîşê îfadeya herdu rojnamevanan hat wergirtin, bo dadgehê hatin şandin.

Di lêpirsîna dozgeriyê de, Demir û Aydin bi îdîaya ku "li ser navê rêxistina terorê kar kirine" hatin tohmetbar kirin. Ligel ku gotin, kar û çalakiyên wan di çarçoveya rojnamevaniyê de bûne, lê dîsan bi daxwaza girtinê bo 1emîn Dadgeha Silh û Ceza hatin şandin.

Dadgehê, serê sibehê li ser daxwaza dozgeriyê biryara girtina herdu rojnamevanan da û bo Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakran Alîaga ya Izmîrê hatin şandin.

Endamên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Mehkûman (TUHAY-DER) Selma Altan, Mazlum Koç, Ramazan Yavuz, Sait Bahadir, Murat Tufan, Îsmaîl Akbay, Şeyhmus Daghan, Hasan Hayrî Dikilitaş û Hediye Tekîn jî ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Mehmet Gergin jî bi mercê ‎‎“qedexeya derketina derveyî welat” hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst