Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Pîşesaziya bajarê Kocaelî yê Tirkiyê ji karsazên wî bajarî daxwaz kir ku derfetên kar bo mexdûrên erdhejê dabîn nekin û got “Jixwe rewşa etnîkî ya navçeyên erdhejê zehmet e. Bila em rê li ber rewşek wiha venekin ku dibe sedema têkdana demografiyê.”
Di erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehên Tirkiyê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Di demekê de ku piştî erdhejê beşek ji welatiyan hewil didin navçeyên xwe bicihbihêlin û li bajarên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji xwe re jiyaneke nû ava bikin, Serokê Odeya Pîşesaziyê ya bajarê Kocaelî yê Tirkiyê Ayhan Zeytinoglu, roja Çarşemê 15ê Sibata 2023an di civîneke çapemeniyê de daxwaz ji karsazên wî bajarî kir ku derfetên kar bo mexdûrên erdhejê dabîn nekin.
Zeytînoglu ragihand ku divê welatiyên li navçeyên erdhejê koçî bajarên din nekin û got: “Jixwe navçeyeke ku rewşa wê ya etnîkî zehmet e. Ji bo ku ew mirovên li wê derê koçî vê derê nekin û demografiya wê neyê guhertin divê bi konteynir û yekeyên demkî piştevanî li wan bê kirin.”
Di berdewamiya axaftinên xwe de Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Kocaelî bang li karsazên wî bajarî kir ku derfetên kar nedin mexdûrên erdhejê û dibêje :”Divê em nifusa ku li wan deran kar dike neynin vê derê. Ez tikayê ji we dikim ku hûn derfetên kar nedin wan kesên ku ji navçeyên erdhejê tên. Bila em rê li ber rewşek wiha venekin ku dibe sedema têkdana demografiyê.”
Li gor amarên dawî ku roja 16ê Sibata 2023an Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihandine hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane 36 hezar kes derbas kiriye. Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbaniyan berdewam in û amar her zêde dibin.
Ev di demekê de ye Wezarê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê roja Dûşemê 16ê Sibata 2023an ragihand 56 hezar 80 avahî piştî erdhejê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê an hilweşiyane, an divê bilez bên hilweşandin an jî zerereke giran gihiştiye wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse