Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê daxwaza ji bo pîrozkirina Newrozê pejirand û roja 20ê Adarê dê li Stenbolê Newroz dê bê pîrozkirin.
Komîteya Tertîbê ya Newrozê aşkere kir ku Parêzgariya Stenbolê serlêdana wan a ji bo pîrozkirina Newrozê pejirand.
Berdevkê Komîteya Tertîpê ya Newrozê û Endamê Encûmena Partiyê ya HDPê Murat Kalmaz ragihand ku amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê temam bûne.
Roja 13ê vê mehê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Hill Otal a li Stenbolê bi amadebûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, bernameya Newroza Stenbolê ragihandibû.
Li gor bernameya hatiye danîn, Newroza Stenbolê dê roja Şemiyê (20/03/2021) demjimêr 11.00 li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bê pîrozkirin.
Her li gor bernameya hatiye amadekirin, Newroza îsal dê di bin dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” de 30 jê bajar dê li 61 navendan birêve biçe.
Li Stenbolê ku nifûsa wê nêzikî 16 milyon e, li gor amarên ne fermî zêdetirî 5 milyon Kurd dijîn û her ji ber vê sedemê Newrozên Stenbolê bi beşdariyeke zêde ya xelkê û coşeke mezin birêve diçin.
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê li Stenbolê Sedat Şenoglu berî niha li ser amadekiriyên Newrozê ji Rûdawê re ragihandibû, ji bo “azadî, wekhevî û dadperweriyê” ew dixwazin hemû kedkar û xelkê Stenbolê li Yenîkapiyê kom bibin.
Şenoglu tekez jî kiribû ku ew dê rêkarên xweparastina ji Coronayê li ber çav bigirin û bi wî awayî ahenga Newrozê birêve bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse