Li Newroza Stenbolê 75 kes hatin desteserkirin

17-03-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz Stenbol Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê 75 kesên beşdarî Newrozê bûbûn hatin desteserkirin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê ya Stenbolê îro bi beşdariya hezaran kesan Newroz pîroz kir.

Parêzgariya Stenbolê piştî pîrozbahiya Newrozê ragihand ku di pîrozbahiyên Newrozê de 75 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de got:

“Li navçeya Fatîhê li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bi organîzeya DEM Partiyê îro di navbera demjimêr 10:00-17:00 bi mijara `Niha Dema Azadiyê ye` `Pîrozbahiya Newrozê` hat sazkirin.

Kesên bi navê M.A., Ş.A. û Y.O. yên ku posterê rêberê PKKyê Abdullah Ocalan vekirin hatin desteserkirin.

Di kontrolên li derdora qadê M.K. û M.B.yên ku pêştir bi hinceta `propagandaya rêxistinê` biryara girtina wan hebûn, hatin desteserkirin.”

Li gor daxuyaniya parêzgariyê herwiha 15 jin û 55 mêr bi tevahî 70 kesên din jî bi hinceta “derketina li dijî polîsan, têkdanê û avêtina diruşmên PKKyê” hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst