Hewlêr (Rûdaw) - Li Bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê di konteynera gilêşê termê pitikekî nûbûyî hat dîtin.
Term şeva borî li navçeya Merkezefendiyê hat dîtin.
Li ser agahiya ku li Taxa Sumerê ya li Bulvara Enqereyê bebikekî nûçêbûyî avêtine çopê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrolê de diyar kir ku pitikê nûçêbûyî yê di konteynerê de hatiye dîtin miriye.
Tîman termê wî dergûşî ji bo otopsiyê veguhast Saziya Tiba Dadî.
Polîsan li herêmê lêkolîn kir û li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse